Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 31'ê Kanûnê de di danê sibê de li sêgoşeya navçeyên Lîcê û Hênê ya Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî yekîneyeke me operasyonek hatiye lidarxistin. Li dijî operasyona bi giştî tunekirinê armanç kiriye de rêhevalên me berxwedaneke bêhempa nîşan dane û di encama vê berxwedanê de 10 rêhevalê me gihîştiye şahadetê.

Dewleta mêtinger a tirk û hukumeta faşîst a AKP'ê li gel medya xwe ya şerê taybet qaşo nîqaşên çareseriyê dixe rojevê û bi durûtiyeke-sextetiyeke- mezin hewl dide gelê me û raya giştî bixapîne. Operasyonên li her deverên Kurdistanê bi armanca tunekirinê tên lidarxistin û şahadetên di van operasyonan de çêdibin careke din îspat dike ku çareseriya AKP behsa wê dike; qetilkirina Kurdan û tunekirina wan e. Bi vê êrîşê ne tenê sersalê nîşan daye ku dixwaze tevahiya salê bike jahr. Ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne hemû hêzên xwe yê faşîst li Kurdistanê xistiye tevgerê û her cure hovitiyê û pêkanînên dijmirovahiyê paş de nemaye.

Yek ji rêhevalê me yê di vê pevçûnê de gihîştiye şahadetê, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê û berpirsyarê Eyaleta Amedê, Hevalê Nûman hemû pratîka xwe di qada şer de derbas kiriye, li qada Rêbertiyê maye û yekser ji Rêbertiya me perwerde dîtiye, di pêvajoyên herî dijwar û aloz de li dijî hemû tesfiyekariyên hundir û derve xwedî sekna mîlîtaniya PKK'ê bû û her dem xwedî li xeta Rêbertiyê û şehîdan derketiye. Rêhevalê Nûman bi awayeke aktîf tevlî pêngava 1'ê Hezîranê bûye, weke fermandariya Eyaleta Amedê bi berpirsyariyeke mezin tevlî pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî bûye û di asta fermandarê pêşeng de xwe û rêhevalên li gel xwe amade kiriye.

Rêhevalên me Rênas, Şoreş, Xebat, Ozer, Demhat, Firat, Agîd, Masîro û Şervan ên gihîştine şahadetê, bi girêdan û baweriya xwe ya bi serkeftinê di tekoşîna me ya azadiyê de roleke girîng lîstine, bi seknên xwe yê fedakar û vînên xwe yê naheje, çanda berxwedanê li Kurdistanê li hemû qadên lê mane nîşan dane. Tevî hemû astengiyan ji bo deyndarê vî gelî nemînin, ji bo erk û berpirsyariyên xwe bi awayeke xurt pêk bînin di her kêliya jiyanê de bi kedeke pir xurt tekoşîn kirine. Sekna van rêhevalê me ku heta roja me ya îro bûye mînak ji îro û şûn ve jî wê bi mînak be.

Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:

Nasnav: Numan Amed
Nav û paşnav: Ertem Karabulut
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Remziye - Mehmet Alî
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lîce, Kulp, Hanî

Numan Amed - Ertem Karabulut

Nasnav: Agît Amed
Nav û paşnav: Faruk Dolu
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Ayşe - Ahmet
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lîce, Kulp, Hanî

Agît Amed - Faruk Dolu

Nasnav: Özer Dersîm
Nav û paşnav: Omer Şeker
Cihê jidayikbûnê: Meletî
Navê dayik û bav: Koçer - Cemal
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lice, Kulp, Hani

Özer Dersîm - Omer Şeker

Nasnav: Rênas Amed
Nav û paşnav: Mehmet Biçecek
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Fîkirya - Îskender
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lîce, Kulp, Hanî

Renas Amed - Mehmet Biçecek

Nasnav: Şervan Koçer
Nav û paşnav: Mehmet Calp
Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê dayik û bav: Hazîm - Ahmet
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lîce, Kulp, Hanî

Şervan Koçer - Mehmet Calp

Nasnav: Şoreş Selmas
Nav û paşnav: Pervîz Xelîlî
Cihê jidayikbûnê: Selmas (Rojhilatê Kurdistan)
Navê dayik û bav: Sîrvan - Fethullah
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lîce, Kulp, Hanî

Şoreş Selmas - Pervîz Xalîlî

Nasnav: Demhat
Nav û paşnav: Mesut Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn, Kiziltepe
Navê dayik û bav: Sultan - Hamdullah
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lîce, Kulp, Hanî

Demhat - Mesut Yildirim

Nasnav: Firat Margî
Nav û paşnav: Ruhallah Sîdînecat
Cihê jidayikbûnê: Îlam (Rojhilatê Kurdistan)
Navê dayik û bav: Ferex - Abas
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lice, Kulp, Hani

Firat Mergî - Ruhallah Sîdînecat

Nasnav: Xebat Xançepek
Nav û paşnav: Mehmet Zûlfikar Kaçmaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Zînê - Şikrî
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lîce, Kulp, Hanî

Xebat Xançepek - Mehmet Zûlfîkar Kaçmaz

Nasnav: Masîro
Nav û paşnav: Hakan Tezel
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dayik û bav: Saniye - Şexmus
Dîrok û cihê şahadetê: 31 Kanûn 2012/Amed, Sêgoşeya Lîce, Kulp, Hanî

Masîro - Hakan Tezel

Berxwedana rêheval Nûman û 9 rêhevalê me yê din ê di bin fermandariya wî de li dijî êrîşa dijmin a dijmirovahî de kirine careke din vîn û lehengiya gerîlayen Kurdistanê nîşanî dost û dijmin hemû kesî daye.

Bi hişmendiya wê artêşa dagirker a tirk di mehên zivistanî de li her çar perçê Kurdistanê êrÎşên xwe zêde bike, bê ku di xeta berxwedanê de tu lawaziya nîşan bidin an jî dudiliyê jiyan bikin di xeta Rêber APO û şehîdan de bi azwerî û vîneke ji her demê xurtir nîşan bidin û em sond didin ku em ê hesabê vê êrîşa dijmirovahî bipirsin careke din dubare dikin.

Divê gelê me di serî de Şehîd Nûman xwedî li hemû rêhevalên me yê şehîd derbikeve û li dijî polîtîkayen komkujiyê helwest û nerazîbûna xwe bilind bike û nîşan bide. Pêwîste gelê me û raya giştî ya bihîstyar ruyê derewîn û ketî ya hukumetê bibîne û bi awayeke xurt xwedî li rêhevalê me yê şehîd derbikeve û bi vî awayî helwest û sekna xwe bi awayeke eşkere nîşan bide.

4 Çile 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê