Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

Artêşa TC a faşîst, di şerê li Kurdistanê de her roj derban ji hêzên me yên gerîla dixwe û ji bo van derbên xwarî ji raya giştî ya Tirkiyeyê veşêre, xwe serketî nîşan dide. Di her operasyon û şer de hêzên me yên gerîla bi xurtî li ber xwe didin û li gelek cihan dikin ku dijmin gelek kuştiyan bide.

Li hin cihan şehîdên me rû bidin jî, bi giştî kuştiyên dijmin gelekî zêde ye û nagihêje armanca xwe. Roja 1'ê Mijdarê li qada Sîdar a Dersimê, di operasyona artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Artêşa TC bi teknîka xwe û balafirên şer demeke dirêj bombe li herêmê barand û piştre ji bejahî ve xwest oeprasyonê bimeşîne. Komeke ji gerîlayên me ku di dema operasyonê de li herêmê bû û hevalê me Savaş Ûrfa fermandarî jê re dikir, li hemberî hêza dijmin şerekî giran kir. Di vî şerî de ku bi saetan dewam kir fermandar Savaş û hêza gerîla ya pê re heta fîşeka dawî bi rengekî bê heman şer kirin û kirin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Di vî şerî de heval Savaş û 7 hevalên me yên pê re şehîd bûn. Nasnameya hevalekî me yê şehîd bû hê zelal nebûye.

Nasnav: Savaş Ûrfa

Nav paşnav: Hamza Guler

Cihê jidayikbûnê: Riha

Dayik-Bav: Beyaz-Halîl

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dersim

Savaş – Hamza Güler          

Nasnav: Cîhan Amed

Nav paşnav: Mazlûm Turkoglû

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: ..-Ekrem

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dersim

Cihan – Mazlum Türkoğlu 

Nasnav: Çekdar Cîzre

Nav paşnav: Ahmet Akbaş

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Remziye-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dersim

Çekdar – Ahmet Akbaş

Nasnav: Dozdar Ararat

Nav paşnav: Mehmet Çelîk

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Şemsîhan Fatma-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dersim

Dozdar – Mehmet Çelik           

Nasnav: Hêlîn Mûnzûr

Nav paşnav: Gulan Tam

Cihê jidayikbûnê: Îdir

Dayik-Bav: Emîne-Hamît

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dersim

Helin – Gülan Tam

Nasnav: Medya Dêrik

Nav paşnav: Remziye Bagirtan

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Cemîle-Halît

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dersim

Medya – Remziye Bağırtan 

Nasnav: Tolhildan Semsûr

Nav paşnav: Ejder Yucedal

Cihê jidayikbûnê: Semsûr

Dayik-Bav: Hîcrî-Medenî

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dersim

Tolhıldan – Ejder Yücedal 

Berxwedana hevalê Savaş û hevalên me yên pê re, kevneşopiya berxwedanê ya Dersimê dewam kir û mîna di dîroka vê erdnîgariyê de tê dîtin îro jî serî li ber dijminê faşîst netewand. Dewleta TC a faşîst, bi berxwedana ku li çiyayên Dersimê li dijî êrîşên wê yên qirkirina Kurdan rast hat, careke din şoq bû û dost û dijmin her kesî dît ku pêşî li îradeya gelê Kurd nikare were girtin. Fermandar Savaş û hevrêyên me yên pê re, ji bo avakirina jiyana azad a li Kurdistanê careke din rê û rêbazên berxwedana li dijî faşîzmê nîşanî me dan.

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevalên xwe yên şehîd bûne û tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Di şexsê şehîdên me yên Dersimê de em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê geş bikin.

 

14'ê Mijdarê 2017 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG