Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

1. Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehît Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me di 10’ê Mijdarê de saet di 07.50’an de li dijî otobusa tîmên taybet a ku ji Bazîda Agiriyê diçû deriyê sînor ê Gurbulakê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 polîsên tîmên taybet hatine kuştin.

Piştî çalakiyê gelek ambûlans, wesayîtên zirxî û ambûlans hatine qada çalakiyê û polîsên birîndar ji qadê derxistine. Artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li Deşta Bazîdê operasyonek daye destpêkirin. Di 11’ê Mijdarê de jî Suleyman Soylû û koma wî hatine serdane hêzên xwe yên derbeke giran xwarine. 

Di 5’ê Mijdarê de saet di 23.00’an de hêzên me nêzî Agiriyê li dijî 5 wesayîtên zirxî çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

2. Di 14’ê Mijdarê de saet di 14.00’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Kunişka ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

Di heman rojê de saet 15.00’an de balefirên şer qada Gundikremo ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bomberdûman kiriye.

 

15'ê Mijdarê 2017

 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG