Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di 1’ê Sibatê de saet di 14.00’an de hêzên me li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku li Girê Kanîreş ê Şemzînana Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me bi awayekî xurt li çeper û konteynirên dijmin dane. Li gorî agahiyan 2 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne lê hejmara leşkerên mirî û birîndar zêdetir in.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus û topan li qadê daye û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopteran ji qadê derxistiye.

2. Di 1’ê Sibatê de saet di 23.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Girê Sîro û qada Werxelê yê Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

3. Di 2’ê Sibatê saet di 13.00 û 14.45’an de jî balefirên şer qadên Şikefta Birîndara û qada Şehîd Rustem a Zapê bomberdûman kiriye.

 

3'ê Sibatê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG