Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

 1. Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî 7’ê Tebaxê saet 18.30’an li Colemêrg Şemzînanê, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker, li girê Garûn rêze çalakiyên sekvanî pêk anîne. Di çalakiyê de 1 leşker hatiye kuştin û 1 jî birîndar bûye.

 2. Roja 1’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker di navbeyna navçeyên Licê û Hênê de, li qada Şehîd Rojhat, li mintiqeya Bekira, Elîka, Dîrkam, Elnexîr û Serdê bi desteka yekîneyên xef operasyon daye destpêkirin. 2’yê Tebaxê saet 20.30’an di navbeyna hêzên me û van yekîneyên xef de şer derketiye. Şer heta 3’yê Tebaxê sibehê dom kriiye û di encamê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek jê birîndar bûne.

Di şer de hêzên dagirker bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov qad gelekî bombe kirine. Hevrêyên me Şahîn Amed û Azad Rojhilat ku heta ku bi guleya xwe dayî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê ya hevrêyên me yên şehîd wê bi raya giştî re werin parvekirin.

 

8’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê