Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Rê

1. Di 28’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li qada Kela Memê ya Qilebana Şirnexê tevî 10 hezar leşker û cerdevanên gundên Kitêr, Dêra Hênê û Sêgirkê operasyonek daye destpêkirin.

Artêşa Tirk a dagirker di 29’ê Îlonê de cerdevan û leşker bi helîkopteran aniya gundê Diryan, Avyan, Axiyan, Rijdê, Mehrînê, Girê Rojnê, Girê Bayrak, Geliyê Hêzilê, Kanî Torşikê û gundê Hozê. Hêzên dagirker di 3’ê Cotmehê de bejahiya gundên Mehrînê, Diryan û Rijdê şewitandine û xwe ji qadê vekişandine.

2. Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Îlonê de li qada Pîrdûda ya Feraşînê ya Elkêya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de di navbera leşkerên dijmin û hêzên me de şerekî giran çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Di vî şerî de rêhevalê me Çekdar Azad bi qehremanî heta fîşeka xwe ya dawîn li hemberî dijmin li ber xwe daye û şehîd bûye. Rêhevalê me Serxwebûn (Sadik Hasan Reşîdî) jî bi birîndarî ketiye destê dijmin. Di heman rojê de operasyon ji qadê hatiye vekişandin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Çekdar Azad

Nav û paşnav: Ferdî Mûslû

Cihê jidayîkbûnê: Wan

Navê dê û bav: Semîha-Şevket

Cih û dîroka şehadetê: 28’ê Îlonê 2018

 

Çekdar – Ferdi Muslu

3. Di 14’ê Îlonê de saet di 22.30’an de artêşa Tirk a dagirker qada Nebirnavê ya Payîzavaya Wanê bi balefirên şer bomberdûman kir. Piştî bomberdûmanê artêşa Tirk a dagirker di 15’ê Îlonê de di destê sibehê de li qadê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de Agît Goyî (Rojhat Babat) teslîmî hêzên dijmin bûye.

4. Di 3’ê Îlonê de saet di 09.00’an de hêzên me li dijî wesayîta kar a artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye ya ku rêya Girê Şûndirê ya qada Deştanê çêdike. Di çalakiyê de makîneya kar îmha bûye û xebata rê hatiye sekinandin.

5. Di daxuyaniya me ya 26’ê Îlona 2018’an de me diyar kiribû ku artêşa Tirk a dagirker li qada Rojdere ya Dersimê operasyonek daye destpêkirin û di bomberdûmanê de 4 rêhevalên me şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav:  Arjîn Malazgîrt

Nav û paşnav: Asli Akin

Cihê jidayîkbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Miyaser-Kerem

Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Îlonê 2018-Dersim

 

Arjin – Aslı Akın

 Nasnav: Azîme Çinar

Nav û paşnav: Fatîme Saltan

Cihê jidayîkbûnê: Amed

Navê dê û bav: Turkî-Şêxmûs

Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Îlonê 2018-Dersim

 

Azime – Fatime Saltan

Nasnav: Dîcle Gilîdag

Nav û paşnav: Kesîre Bîlîcî

Cihê jidayîkbûnê: Wan

Navê dê û bav: Nahîme-Selahattîn

Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Îlonê 2018-Dersim

 

Dicle – Kesire Bilici

Nasnav: Sefkan Ardahan

Nav û paşnav: Mûhammed Aşçi

Cihê jidayîkbûnê:  Stenbol

Navê dê û bav: Gunduz-Nîmet

Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Îlonê 2018-Dersim

 

Sefkan – Muhammed Aşçı

6. Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistine. Agahiyên van êrîşan wisa ye;

Di 3’ê Îlonê de saet di 15.30’an de balefirên şer qadên Çemço, Şehîd Şahîn û Werxelê yê Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê bomberdûman kirine.

Di heman rojê de saet di 19.50’an de balefirên şer derdora gundê Stûnê yên Gevera Colemêrgê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de agir bi bax û baxçeyên gundiyan ketiye.

 

4’ê Cotmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê