Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê

1. Artêşa TC a dagirker roja 29'ê Cotmehê saet 12'an li qadên Besta Meyremê, Girê Hêliz, Girê Sêva û Besta Bluzera yên herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir.

Êvara heman rojê, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li Girê Sêva li yekîneyên operasyonê xistin. Ji du baskan ve derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê. Û 30'ê Cotmehê bi rengekî bê encam mayî ji herêmê vekişiya.

2. 29'ê Cotmehê saet 17:15'an, li navçeya Qilabanê ya Şirnexê hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li Girê Kilik ê nêzî Qereqola Tepê Çeta çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên dijmin ên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

3. 30'ê Cotmehê saet 11'an li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker ku li Girê Şehîd Zerdeşt rêya ewlekariyê çêdikir, çalakiyek hate lidarxistin. Ji du baskan ve li yekîneya dijmin hate xistin û di encama çalakiyê de 2 dozer hatin rûxandin, 5 leşker jî hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê.

4. Hêzên me roja 30'ê Cotmehê saet 13'an li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Tepê Xwedê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de çepera dijmin bi temamî hate rûxandin û 6 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan herêm bombe kirin.

5. Di daxuyaniya xwe ya 29'ê Cotmehê de me ragihandibûn ku roja 28'ê Cotmehê saet 07.10'an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine. Di vê êrîşê de hevalê me Çiya Amed şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Çiya Amed

Nav paşnav: Felat Alkan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Bedriye-Sıddık

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Cotmeha 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Çiya – Felat Alkan

6. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine. Agahiyên êrîşên hewayî wisa ne:

Di 28’ê Cotmehê saet di navbera 19.00 û 19.30’an de derdora gundên Bêbazê, Şikêra, Şirya yên bi ser Çêmankê ya qada Garê hatine bomberdûmankirin. Ji ber bomberdûmanê xisara maddî li bax û baxçeyên gundiyan bûye.

Di 30’ê Cotmehê saet di 17.15’an de qada Werxelê ya qada Zapê û di navbera saetên 23.00 û 23.30’an de jî Gundê Filleha û Girê Cehennemê hatine bomberdûmankirin. Di heman rojê de saet di 20.30’an de jî derdora gundên Çemê Xakurkê ya qada Xakurkê hatiye bomberdûmankirin.

31’ê Cotmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê