Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Artêşa TC a dagirker roja 9'ê Mijdarê li qada Geliyê Gordila yê herêma Gabarê ya Şirnexê derket operasyonê. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de heman rojê saet 15'an li artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Rêzan xistin.

Ji cihekî nêz ve li vê yekîneya dijmin hate xistin. 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûn.

Hêzên me di çarçoveya heman pêngava şoreşgerî de 11'ê Mijdarê saet 11:45'an li dijî yekîneyeke operasyonê ya li ser Girê Şehîd Soro çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên êrîşê bombe li herêmê barand û bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

Artêşa TC a dagirker ku di encama çalakiyan de gelek kuştî da, roja 12'ê Mijdarê saet 13:30'î neçar ma xwe ji herêmên operasyonê vekişîne.

2. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 11'ê Mijdarê saet 20:00 bombe li qada Pirbula ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Balafirên şer roja 13'ê Mijdarê saet navbera 09:00-09:40'î bombe li qada Dola Bedrana ya herêma Qendîlê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.

 

13’ê Mijdarê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê